Hilbijartinên herêmî nêzîkdibin.Qasê
ku em dizanin divê şaredarî xebatên giştî bidin meşandin.Lê
belê dema ku em haydar dibin kêmasîyên ku di dema xebatên
şaredarîyan de rû didin wekî qalikek ku di dema şaredarîyên
pergala desthilatdar da maye piçek be jî tê bikaranîn.Ev jî
xebata jibo kesan û şexsane jibona wê yekê ye rexne û nerazîbûn
di bajarok û navçeyên piçûk de rû didin.
Gelo çima nerazîbûnên gel rû didin
jibo kîjan xizmetî? Eve tê xuyakirin yekemcar xizmeta jibo kesan û
şexsan û dibe wekî girêyek kor hertim dertên pêşberê
rêxistinê û dibe kelemek mezin.
Rûniştvanên bajar û bajarokan
dibînin ku makîneyên kar ên şaredarîyê jibo yekê din kar
dikin nerazî dibin û li pey hev serdana şaredarîyê dikin da ku
ew xizmeta kesane jibo wan jî bê kirin.Dema ku barê şaredarîyê
têr nake nerazîbûn serê xwe hildidin û diçin.Gel ji partîya
xwe memnûne û dilxwaze.Lê belê dema ku partî berendamê
şaredarîyan hilbijêre divê şexsîyetên berendam ên jibo
şaredarîyê gelek baş lêkolîn bike, da ku bi awayekî wekhevîtî
û bi dadperwerî nirxên gel bên parastin.
Divê Serok şaredar bi encumenên xwe
va xizmetek bi giştî jibo bajar û bajarêkên ku têde tên
hilbijartin bidin meşandin.Kesê ku wekî Serok şaredar bên
hilbijartin divê ji kiryarên kesane dûr bikeve û nekeve pey
tevgerên şexsî.
Divê Serok Şaredar: kesên nêzên
xwe hilnedin kar da ku hesûdî û nerazîbûn dinav gel da çênebe
divî warî de divê wekhevîtî esas bê girtin.
Divê Makîneyên kar ên şaredarîyê
jibo kes'an şexsan neyên bikaranîn.Çima gelo? Jiber ku di
rêziknameya şaredarîyan de,jî xebatên giştî esas tên girtin û
kesên ku di wî bajarî an bajarokî de jibo xwe makîneyên kar
distînin jiber xebatên kesane ên şaredarîyê bê kar û şixul
dimînin neçardimînin dest ji karê xwe berdidin.
Wê demê divê şaredarî,xebatek bi
giştî li gor rêzika şaredarîyan bide meşandin da ku gel
nerazîbûna xwe neyne ziman.Di şaredarîyan de,ji bilî serok
şaredar encûmen jî gelek girîngin divê ji îradeya gelê wî
bajar û bajarokê re rêz bê girtin.
Divê serok şaredar û encûmenên
şaredarîyê hertim bi keyayên taxan re rûnên û hertim bi taxan
re xebatên xwe parvebikin û nêrîn,pêşniyar û daxwazên gel
esas bigrin.
Her wiha xebatên çandê gelek
girîngin divê Şaredarîyên bajar û bajarokan rêya çand û
huner û perwerdeyê vekin û jibo nirx rûmet û dîroka wî bajarî
û jibo wî gelî festîvalan lidarbixin da ku gel hertim dinav
tevgerê de be.Jibo paqijîya bajar divê şaredarî gelek baş
tevbigerin û bi afîş û belavokan gel ji xebatên xwe agahdar
bikin.Bi tevî kêmasî,pêşniyar û daxwazîyên ku me li jor dan
dîyarkirin,hemû di beşek de tên komkirin divê ji nirx û rûmeta
têkoşîna bi salan re rêz bê girtin û li gor wî yekî tevgera
kar û xebatên şaredarîyan bên meşandin.